12:52:16
Rojava News: Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de, behsa kuştina xelîfeyê rêxistina terorîst dike.
Li gor beyanameyekî wezareta derve ya Amerîkayê, ku îro 29.11.2016ê hatiye belav kirin, nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Barack Obama Brett Mc Gurk ragehand, welatê wan hemû cîgirên xelîfeyê rêxistina terorîst ê DAIŞê Ebubekir Bexdadî kuştine.
Brett Mc Gurk ragehand, hêzên bejayî bi alîkariya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve sedî 56 axa Iraqê ya hatî dagirkirin û sedî 27ê axa hatî dagirkirin ya Sûriyê ji desthilatiya DAIŞê rizgar kirine.
Nûnerê Obama ragehand, ku kuştina Ebubekir Bexdadî jî wê her pêkbê û tenê dem dixwaze.