Rojava News: Di encama şer û pevçûnên şevê din di navbera hêzên ewlakariyê yên Iraqê û çekdarên DAIŞê de li navçeya Mîqdadiye ya parêzgeha Diyalayê 2 rojnamevan hatin kuştin.
Hat ragihandin ku, şevê din li navçeya Mîqdadiye ya parêzgeha Diyalayê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlakariyê yên Iraqê û çekdarên DAIŞê de derket û di encamê de 7 kes hatin kuştin ku 2 ji wana rojnamevan bûn û ew şer dişopandin.
Berpirsê televîzyona el-Xedîr Kerîm Fazil ragihand: “Rojnamevan Elî Elensarî û rojnamevanekî din di nav wî şerî de hatin kuştin.”
Herwiha berpirsê televîzyona el-Îraqiye ya Hikûmeta Iraqê Udey Ebdulkerîm jî ragihand ku, 2 karmendên televîzyona wan birîndar bûne.