Print this page

Li Musilê teqîn: 12 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan

12:00:08

 

Rojava News: Li bajarê Musilê yê Iraqê ji aliyê DAIŞê ve êrîşeke xwe kujiyê pêk hat û 12 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bun.

berpirsek ji artêşa Iraqê yê hêza dijî terorê yê bi navê Ebdulbasît el Cezaîrî ji ajansa anadoluyê re da xuya kirin, DAIŞê li herîma El Kadîsiye es- Saniye ya ku dikeve rojhilatê bakurê Musilê li hember sivîlan êrîşa xwe kujî pêk anîne.

Cezaîrî da xuya kirin ku di wê bombeya ku di tankerê de hatiye bi cîh kirin de hate teqandin û 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndarin. Herwaha da diyar kirin di nava wan de jin û zarok hene.

El Cezaîrî da xuya kirin ku ew êrîş li herêmeke ku   hêmanên leşkerî tê de nebu ne de pêk hati ye, rêxistina terorê tenê sivîl kirine armanc.

Hêzên Iraqê ku di 17 yê Cotmehê de dest bi operasyona rizgarkirina Musilê kiri bu û pir navçeyên wê jî bi dest xistine, lê li herêmên cuca cuda de jî pevçûnên çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê û artêşa Iraqê berdewam dikin.