Print this page

Berdevkê nû yê DAIŞ di yekemîn karê xwe de gef li Tirkiyê xwar

Rojava News: Rêxistina terorîstî ya DAIŞê, berdekekî din ji xwe re destnîşan kir. Berdevkê nû yê DAIŞ di yekemîn karê xwe de gef li Tirkiyê xwar.

Ajansa Reutersê daye zanîn ku piştî kuştina berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed Ednanî, wê rêxistina terorîstî kesekî danî dewsa Ebû Mihemed Ednanî.

Li gorî nûçeya Reutersê, navê berdevkê nû yê DAIŞê Ebû Hesen Muhacir e. Hat gotin ku berdevkê nû yê DAIŞê di yekemîn karê xwe de gef li Tirkiyê xwariye û gotiye, dê li her derî êrişî berjewendî û saziyên Tirkiyê bikin.