23:14:39
Rojava News: Hate îdiakirin ku 3 parlamenterên frensî yên bi armanca parastina ‘Çareseriya mirovî' yê şerê li Sûriyeyê, dixwestin biçin Helebê li Tirkiyeyê hatin rawestandin.
Parlamenterê sosyalîst Patrick Mennucci ji AFPê re axivî û got: ‘Me li Kilisê dan rawestandin. Em ji vir dê derbasî herêma Helebê bibûna.
Tirkan nexwest ku em derbasî wir bibin. Ji me re gotin ku êrişên çekên kimyewî hene û ew der xetereye.' Mennucci, eşkere kir ku 3 saete tên rawestandin û dixwazin sînor derbas bikin û tu sedemên Tirkiyeyê tine ne ku parlamenteran bide sekinandin.
Di şandeya ku dixwazin biçin Helebê de parlamenter Cécile Duflot, Hervé Mariton, Patrick Mennucci û Serokê Herêma 2mîn ya Parisê Jacques Boutault pêk tê. Hate ragihandin ku Serokê Konseya Helebê yê Rojhilat Brita Hagi Hasan jî hevaltiya wan dike.