13:03:20
Rojava News: Merciya mezin a şîeyên Iraqê û cîhanê Elî Sîstanî lîstokên satranc û elektronîk ên kompîtorê heram kirin.
Ji ber bersivdana pirsên alîgirên xwe yên derbarê heram û helaliyê de, lîstokên elektronîk û lîstokên satrancê ji aliyê merciyê bilind ê şîeyên Iraqê ve wek lîstokên heram hatin pênase kirin û diyar kir tiştê grew ango îddîa tê de hebe heram e.
Sîstanî ji alîgirên xwe re ragehand ku bi taybet lîstina du alî ya di navbera mirov û kompîterê de û lîstokê kaxez û kartan çi ji bo demderbaskirin be, çi ji bo qumarê be hemû heramin û pêwîste mirov bikar neyne.