Print this page

Iraq: DAIŞê 28 ciwan îdam kir

22:29:34

 

Rojava News Hate gotin ku rêxistina DAIŞê li navçeya Hewîceyê 28 ciwan îdam kiriye.

Hat zanîn Îro danê sibê (14-12-2016) rêxistina DAIŞê li navçeya Hewîceyê 25 kes îdam kirin, ku hemû jî leşkerên berê yên Artêşa Iraqê bûn. Herwiha, 3 ciwanên din jî kuştin ku wan ciwanan xwestibû ji herêmên bin desthilata DAIŞê birevin.

Navçeya Hewîceyê dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê û 55 kîlometreyan ji bajêr dûr e. beriya niha hejmara nîştecihên vê navçeyê 400 hezar kes bûn. Ji sedî 98ê xelkê vê navçeyê erebên sunne ne, ew ên din tirkmen û kurd in.

Hewîce di 12ê Hezîrana 2014ê de ket destê DAIŞê lê beriya hatina DAIŞê jî xelkê navçeyê li dijî desthiladariya şîe li Iraqê bûn.

Niha rojane bi dehan kes ji Hewîce direvin û xwe dispêrin herêmên bin kontrola Hêzên Pêşmerge.