21:54:21
Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tevlî hempayê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Muhammed Cewad Zerîfî civîna çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin.
Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de pêşî Lavrov axivî û got: "Rûsya, Îran û Tirkiyê bi mebesta krîza li Sûriyê bidawî bikin, di mijara zindîkirina pêvajoya siyasî li ser belavokeke hevbeş lihev kirin."
Nirxandinên Lavrov wiha ne: Rûsya, Îran û Tirkiye amadene ku ji bo peymanek di navbera hikûmeta Sûriyê û muxalifan de peymanek bê çêkirin û bibin garantore vê peymanê.
Çalakiyên Rûsya, Îran û Tirkiyê dibe ku bibe alîkar ji bo alîkariyên mirovî bigihînin, bûyerê tundûtujiye bidawî bînin û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê ku xetimiye derbas bikin
Rûsya, Tirkiye û Îran, bi heman awayî difikirin ku çareseriya leşkerî ji bo krîza li Sûriyê ne çareserî ye. Serokdewletê Qazakistanê Nursultan Nazarbayev pêşniyar kir ku mazûbantiyê ji bo hevdîtinên aştiyê yên Sûriyê yên nû bike. Rûsya, Îran û Tirkiyê piştgiriya hevgirtina xaka Sûriyê dikin.
Di mijara Sûriyê de em wisa difikirin ku Rûsya, Îran û Tirkiye wê hevdîtina sêqolî bibandortir be. Lê ev nayê wê wateyê ku em formatên din ji derve bihêlin. Em nikarin xebatên ku Rûsya û DYAyê di mijara Sûriyê de ji hesaban bibin
Ji bo tehliyekirinên li Helebê him Rûsyayê, him Îranê û him jî Tirkiyê bandora xwe bikar anîn. Em li bendene ku herî zêde di du rojan de tehliyeya Helebê bidawî bibe.
Hin xal ji axavtina Çavuşoglu: Li Sûriyê çareseriya mayinde çareseriya siyasî ye. Em behsa wî tiştî dikin ku agirbest li hemû Sûriyê belav bibe. Em li vir rêxistinên terorê, DAIŞê, El Nusrayê najmêrin, wê têkoşîna me bi wan re berdewam bike. Lê rejîm, muxalif û yek jî komên ku ji derve hatine hene. Hizbullah hene, komên din hene. Lewre divê ji bo hemû koman ev alîkarî were qutkirin.
Tiştê girîng ew e ku weke Rûsya, Îran û Tirkiyê bicîanîna biryarên ku hatine standin, bi vî awayî em dikarin li Sûriyê bigihêjin encamê. Operasyona li derdora Babê berdewam dike. Divê destûr neyê dayîn ku komên cuda werin Minbicê paqijiya etnîkî bikin û vir birêve bibin.