Print this page

Erdogan: Emê rê nadin dewletek li bakurê Sûriyê ava bibe

23:50:17

 

Rojava News: Serokomarê Tirkyê Recep Tayyip Erdogan got, Tirkyê rê nade avakirna dewletekê li Bakurê Sûriyê (Roajvayê Kurdistanê).

 

Serokomarê Rirkyê Recep Tayyip Erdogoan di civata giştî ya desteya têkilyên aborî ya derve de axivî û got: "Em qet destûrê nadin ku li Bakurê Sûriyê devlet bê avakrin."

 

Recep Tayyip Erdogan behsa operasyona Mertala Firatê jî kir û got  ew ji bo parastina ewlekariya Tirkiyê û parastna bajarên senarorî yên weke , Dîlok, Kilîs û Rihayê derbasî Sûriyê bûne.

 

Erdogan got, di dorê de Minbic jî heye, piştî Minbicê êdî dora Reqayê be.

 

Serokomarê Tirkiyê rexne li welatên ewropa kir û got ew bi tenê sozan didin, lê gavên cidî navêjn, wan soz dabûn ku 3 milyar euro ji bo alîkarya koçberan pêşkêşî Tirkiyê bikin , lê wan yek euro jî neşandin.