Rojava News: Heyama du rojane ku di torên civakî de vîdeoya rêxistina DAIŞê belav bûye ku tê de 2 leşkerên Tirk dişewitînin û şûna ku leşkeran dişewitînin dorbera Babê ye ji bo vê yekê Baxçelî daxwaz li hikûmetê dike ku daxuyaniyekê bide û li hember vê yekê bersiva pêwîst bide.
Îro Serokê Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Dewlet Baxçelî di gotarekê de amaje kir ku eger şewitandina serbazên me rast be divê heta ku yek DAIŞ jî li ser erde hebe dijî wan şer bikin û wan li nav bibin.
Baxçelî daxwaz ji hikûmetê jî kir ku peyamekê ji bo rayagiştî bidin ku eger ev yeke raste bila nasnameya leşkeran aşkere bike û eger jî rast nîne bila ji bo xelkê diyarbikin.
Baxçelî di dawiya gotara xwe de amaje bi operasyona Mertala Firatê kir û got divê her takekê Tirk bi wê serkeftinê keyfxwaş be û berdewamî da axiftinên xwe û got ku eger artêşa Tirkiyê bi destê vala vegeraba wê demê Amed û Engere jî diketine metirsiyê.