Print this page

Tirkiyê di Mertala Firatê de gelek kuştî dane!

00:29:12

 

Rojava News: Di despêka operasyona leşkerî ya Tirkiyê de bi navê Mertala Firatê di nav axa Sûriyê de her rojê hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê zêdetir dibin.

 

Doh 26.12.2016ê yek ji birîndarê operasyonê bi navê Mihemed Onal li nexweşxaneya Entabê de jiyana xwe ji dest da û bi wî awayî hejmara kuştiyên serbazên Tirk di operasyonê de gihişte 38 serbazan.

 

Berî niha jî behsa şewitandina 2 serbazê Tirk ji aliê DAIŞê ve hatiye kirin û li gor gotina Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Îşik 3 serbaz, jî dîl ketine destê DAIŞê de û heta niha carenivîsa wan diyar nîne.