Print this page

Harîkarê Ebûbekir Bexdadî hat girtin

21:30:30

 

Rojava News: Hêzên ewlehî yên  Iraqî karîn îro 27.12.2016ê yek ji yarîderên Ebûbekir Bexdadî bigirin.

 

Jêderkî leşkerî ji bo çapemeniyên Iraqê ragehand ku:”Hêzên ewlehî karîne îro komeke DAIŞê bigirin ku li 15 çekdaran pêk hatibû.

 

Tekezî ji kir ku yek ji girtiyan, yarîderê Ebûbekir Bexdadî serokê rêxistina DAIŞê bi navê Ebu Haris Metutî bûye.

 

Jêderî aşkere kir ku kemîn li gor agahiyên îstixbaratî bûne ku ji aliyê niştecîhê taxa Bekir ya Mûsilê gehiştine dest mê hêzên ewlehî.