13:04:30
Rojava News: Rûsya û Tirkiye derbarê rawestandina şer li Sûriyê gihiştin rêkeftinê.
Li gor agahiyan, Tirkiye û Rûsyayê li ser pêşniyaza plana agirbestê ya ku dê li Sûriyeyê hikûmeta Sûriyê û aliyên dijbereya Sûriyê bikin, li hev kirin ku ev agirbesta li Helebê li hemû welêt bê îlankirin.
Armanc ew e ku plana agirbestê li hemû herêmên ku pevçûn di navbera hêzên hikûmata Sûriye û çekdarên dijbereyê de pêk bê.
Enqere û Moskova dê hewl bidin ku agirbest di navbera aliyan de îşev dest pê bike. Lê wê rêxistinên terorê tevlî agirbestê nekin.
Heke agirbest bi serkeftî bimeşe, rejim û dijbere dê bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê li Astanayê dest bi muzakereyên siyasî bikin.
Herdu welat dixwazin garantoruya agirbestê û rewşa muzakereyê bikin ku dema li gor biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya ku hejmara wê 2254 e rewşa siyasî pêk were, keda wan jî di vê pêvajoyê de hebe.