13:43:09
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, ji destpêka şerê Iraqê yê 2003an û vir ve di nava 13 salan de 455 rojnamevan hatin kuştin.
Di operasyonên Amed û Stenbolê de rojnamevan hatin binçavkirin Sendîqaya Rojnamevanên Iraqê di daxuyaniya xwe ya li ser raporta kuştina rojnamevanan de ragihand ku di sala 2016an de rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Mûsilê 20 rojnamevan hatin kuştin.
Tevlî reqemên dawî hejmara rojnamevanên ku ji sala 2003an û vir ve li seranserê Iraqê hatin kuştin gihîşte 455an. Sendîqaya rojnamevanan di berdewamiya raporta xwe de ragihand welatê ku hiqûq û mafê însanî lê tunebe rîska kuştina rojnamevanan zêde dibe.
Rojnamevan di sala 2016an de li Iraqê rastî karesateke dilsoj hatin, hê jî gefa kuştinê li rojnamevanan tê xwarin û rastî êriş û suîqestan tên.
Amerîka di sala 2003an de ji bo têkbirina Seddam Huseyin ketibû Iraqê û ji wê demê û vir ve li seranserê welat aramî û aştî saz nebû. Herwiha li gorî pisporan Iraq yek ji welatê herî bi talûkeye ji bo rojnamevanan.