12:12:18
Rojava News: Gotûbêjê wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) aşkera kir, heta naha Ebubekir Bexdadî kesê yekem ê rêxistina tund a DAIŞê ye, zindiye û em hewl didin cîhê wî bizanin.
Gotûbêjê Pentagonê Peter Cook ragehand: ‘’Li gor em dizanin hîn Bexdadî jiyan dike.’’ herwaha got heta naha jî DAIŞê Ebubekir Bexdadî birêve dibe û rêxistin bi fermana wî ve birêve diçe.
Gotûbêjê wezareta berevaniya Amerîkayê derbarê aşkera kirina cîhê Bexdadî de jî amaje bi vê yekê kir ku her tiştekî ji dest wan bê û bikaribin bikin bo zanîna cîhê Bexdadî wê bikin û diyar kir: ‘’Emê hertiştî bidin berçav ku Ebubekir Bexdadî bigehînin wî cezayê ku pêwîste bigre.’’