Print this page

Li Tirkiyê rewşa awarte 3 mehên din hat dirêjkirin

12:31:05

 

Rojava News: Pêşniyara Serokwezîrtiyê, ya derbarê dirêjkirina rewşa awarteya Tirkiyê di Parlamentoyê de hat pejirandin.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh da xuyakirin, biryara dirêjkirina rewşa awarte ji hêla Encuman Wezîran ve hatiye girtin. Pêşniyara dirêjkirina rewşa awarte bo 3 mehên din li parlementoyê hate pesendkirin.

 

Rewşa awarte, piştî hewldana derbeya leşkerî, 20'ê Tirmeha 2016'ê de hatibû ragehandin û meha cotmehê bo maweya 3 mehan hatibû dirêjkirin. Piştre Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de rewşa awarte bo 3 mehên din dirêj kir.