Rojava News: Fermandarê berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê yê Artêşa Amerîkayê John Dorrian, ragihand ku di navbera Washington û Tirkiyê de hevdîtinên ji bo piştgiriya El Babê berdewam dikin.
Berdevkê Koalisyona li dijî DAIŞê Dorrian li Pentegonê ji rojnamevanan re ragihand ku 'Li ser pêşveçûna li El Babê di asta dîplomatîk de danûstandin berdewam dikin.'
Dorrian, nûçeyên derbarê balafirên şer ên Amerîkayê li derdora El Babê piştgirî dane Artêşa tirk piştrast kir û got: "Em hêvî dikin ku li El Babê û dorûbera wê piştgirî ji bo operasyona berdewam ên Artêşa Tirkiyeyê were dayîn."
Fermandarê Amerîkî cureya alîkariya Amerîkayê ya bo Tirkiyeyê eşkere nekir, lê got ku rayedarên tirk ji pêşniyara hatiye kirin agahdar in.