Print this page

Artêşa Tirk: 3 jê payebilind, 37 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

20:47:11

 

Rojava News: Artêşa Tirk diyar kir ku di operasyonên li bajarê El Babê yê li bakurê Sûriyeyê de 3 jê endamên pilebilind, bi tevahî 37 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyona Mertalê Firatê ya ji bo têkbirina metirsiya rêxistinên terorê û piştgirîkirina hêzên hevpeymanê ketiye roja 137emîn.

Artêşa Tirk dest nîşan kir ku balafirên wan li El Babê li dijî 35 hedefên DAIŞê operasyon lidarxistine û got, di encama operasyonê de 18 sengerên çekan, 5 nuqteyên kontrolê, 3 wesayitên biçek, 2 avahiyên biryargehê û 7 avahiyên ji bo jiyînê hatin tunekirin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di wan operasyonan de 3 jê endamên payebilind, bi tevahî 37 terorîst hatin bêbandkirin û di pevçûnên li dijî DAIŞê de binefserekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Tirk her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan li ser sînorê Sûriyeyê ji bo ku kesên sivîl zirarê nebînin bergiriyên bi her awayî girtine.