Print this page

Netenyahu nasnameya êrişkarê Qûdsê eşkere kir!

22:40:23

 

Rojava News: Hate ragihandin êrişakarê ku bi qamyoneke barhilgir li rojhilatê Qûdsê êriş pêk anî û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bibûn, filîstîniyek 28 salî ye.

Serokwezîrê Îsraîl Benyamin Netenyahû destnîaşn kir ku hûrgiliyên êrişê û şêwaza pêkanînê, DAIŞê dide nişandan.

Piştî êrişa ku di saetên nîvro de pêk hat û êrişkar ji aliyê leşkerên li herêmê ve hat kuştin, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi Wezîrê Parastinê Avigdor Lieberman re serdana herêma ku êriş lê hat kirin, kir û da zanîn ku êrişakar filîstîniyek 28 salî ye, lê nasnameya wî eşkere nekir.

Serokwezîr diyar kir ku navnameya êrişkar û cihê ku LI dijîya tespit kirine.

Hemû nîşanê DAIŞê dide nÎşandan. Bo êrişek din pêk neyên, tevdîrên berfireh standine.