Print this page

Serokomarê berê yê Îranê koça dawiyê kir

22:57:05

 

Rojava News: Li gor nûçeyên medyayên Îranî demek berî niha serokomarê berê yê Îranê û serokê diyarîkirina berjewendiyên Îranê bi nexwaşiya dil li nexwaşxaneyekê Îranê de koça dawiyê kir.

 

Medyayên Îranê belav kirin ku serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî li temenî 82 salî de bi nexwaşiya dil, li nexwaşxaneyeke Îranê de jiyana xwe ji dest da.

 

Li gor agahiyan, Refsencanî îro 08.01.2017 danê êvarê bi sedema rawestana dil di nexwaşxaneyeke Îranê de jiyana xwe ji dest da.

 

Elî Ekber Refsencanî yek li kesayetên siyasî û olî yên Îranê li sala 25.08.1934 li dayîkbûye û  ji bo du xolan serokomarê Îranê bûye.