Print this page

Artêşa Tirkiyê: 48 terorîstên DAIŞî hatin kuştin!

10:51:23

 

Rojava News: Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de 48 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 23 hedefên wê hatin rûxandin.

Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê li herêma Bzagah, Suflaniyah, Zammar û Amiyah 23 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê ji terefê balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê ve hatin rûxandin û di şer û pevçûnên nava rojê de jî 48 milîtan hatin kuştin.

Operasyona Mertalê Firatê bi serperiştiya TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di roja 139emîn de berdewam e. Li gorî daxuyaniya TSKê, bi 246 êrişên top, hawan û obusên firtina jiyangeh, çeperên parastinî, baregehên rêvebirî, depoyên çekan û wesayîtên bi çek ên rêxistinê hatin rûxandin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê, di êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li herêma Bzagah, Suflaniyah, Zammar û Amiyahê de 10 çeperên parastinê, 3 avahiyên baregehî û 10 cihen jiyangehê hatin îmhakirin, 48 milîtanên rêxistina terorîst hatin kuştin û 3 teqemeniyên destçêkirî ji terefê tîmên arteşê ve bi awayê kontrol hatin teqandin.