Print this page

Tirkiya dê kampên Sûriyan bike xaniyên amadekirî

13:45:05

 

Rojava News: Heeyva Sor ya Tirkî ragihand ku ew amadekariya avakirina kampên ji xaniyên niştcîbûnê dikin, li gorî ajana Anadol ya Tirkî li ser zarê Mihemed Eyû Albêr belav kir.

Albêr ragihand"Malbatin Sûrî hene ev Pênc salên wan di kampan de dijîn, û desthilatên Tirkiyê hewlê xwe dide da ku kampan di vê demê de nû bike.

Ev kamp dê beşeke bo çêkirina xwarinê hebin, û herweha beşek cilan û yek bo zarokan û ew dijberî agiran be.