Rojava News: Ew çekdarê ku şeva sersalê êrişî bareke Stenbolê kiribû û bibû sebeba kuştina bi dehan kesên sivîl, hat girtin.
Ajansa Anadolu ragihand, şeva borî hêzên ewlehiyê tohmetbarê êrişa şeva sersalê ya Stenbolê Ebdulqedîr Meşarîpov û 4 kesên pê re girtin.
Li gorî agahiyan, Ebdulqedîr Meşarîpov li mala hevalê xwe li taxa Esenyûrtê hatiye girtin.
Ew kesên ku pê re hatine girtin, 3 jin û xortek bûne ku xort jî mîna Ebdulqedîr xelkê Qirqîzistanê ye.
Li gorî wan wêneyên ku hatine belavkirin tê dîtin ku dema ew tohmetbar hatiye girtin, kutanek baş xwariye çimkî rûçkê wî birîndar û reş bûye.
Di êrişa şeva sersalê ya Stenbolê de 39 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn. 2 welatiyên Herêma Kurdistanê jî di wê bûyerê de hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bibûn.
Piştî bûyerê DAIŞê êriş girtibû stûyê xwe û ragihandibû, ew çekdarê ku êriş encam daye, endamê wan e.
Lê li Tirkiyê baweriyek wisa heye ku kesê êrişkar endamê rêxistina Gulen bûye.