Print this page

Artêşa Tirkiyê ji NATOyê alîkariyek zêdetir xwast!

11:47:50

 

Rojava News: Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar di civîna leşkerî ya NATOyê de daxwaza alîkariya zêdetir ji welatên endamên NATOyê kir

 

Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar di 176emîn Civîna Komîteya Serfermandarên Leşkerî ya Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de ragihand, ku divê NATO di têkoşîna li dijî terorîzmê de berpirsiyariyeke mezintir hilgire û ji bo Tirkiyê alîkariyên zêdetir bide.

 

Li gor daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Tirkiyê, Orgeneral Hulusî Akar tevlî 176emîn Civîna Komîteya Serfermandarên Leşkerî ya NATOyê bû. Civîn li Bruksel a paytexta Belcîkayê pêk hat.

 

Di civînan de mijarên wekî nirxandina cîbicîkirina erkê NATOyê, rewşa giştî ya ewlehiya Efxanistanê û berdewambûna alîkariyên bejayî û mijarên têkoşîna li dijî terorîzmê, hatine axavtin.

 

Hulusî Akara tekezî li ser berdewamiya piştgirî û alîkariyên xwe ji bo Efxanistanê jî kir.

 

Serfermandarê Artêşa Tirkiyê herwiha di kevana civînê de, bi cuda li gel her yek ji serfermandarên Artêşa Amerîka, Nemsa, Ukrayna, Romanya, Awusturalya, Israîl û Îtalya jî hevdîtin pêk anî.