Print this page

Dibê ku Bexdadî hatibe kuştin!

12:18:31

 

Rojava News: Çavkaniyên leşkerî behsa egerê kuştina xelîfeyê rêxistina tund a DAIŞê dikin û beşek jî behsa wê yekê dikin ku li Iraqê nemaye.

 

Ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku roja 17.10.2016ê bi hevbeşiya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ve destpêkir, behsa wê yekê dihate kirin ku Ebubekir Bexdadî rêveberiya şerê Mûsilê dike.

 

Li gor berpirsên leşkerî yên Iraqê Ebubekir Bexdadî ne li Mûsilê û ne jî li parêzgeha Nînowa nemaye û bi tûnelên dûr û dirêj ên DAIŞê de reviye çûye Sûriyê, lê heta naha diyar nîne di nav tûnelan de hatiye kuştin an derbasî Sûriyê bûye.