Print this page

Îran: Rêveberiya Trump ji siya xwe jî ditirse

12:33:04

 

Rojava News: Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî ragihand, qedexeya derbasbûna koçberan ji bo Amerîkayê nîşana wê yekê ye, ku rêveberiya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump ji siya xwe jî ditirse.

 

Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî di civîneke parlamentoya wî welatî de, rexne li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya qedexekirina çûna koçberan û welatiyên 7 welatên îslamî bo Amerîkayê girt û ew biryara Amerîkayê bi biryareke radîkal da zanîn.

 

Larîcanî got, Amerîka her car dixwaze xwe wek welatekî demokrat bide naskirin , lê ew welateke ku li djî mafên mirovan tevdigere.

 

Larîcanî anî ziman, Amerîka niha di rewşekê re derbas dibe, ku het ji siya xwe jî  ditirse, û tekez kir, ku ji ber vê yekê, rêveberiya Trump rê li ber koçberan digire ku derbasî wî welatê nebin.

 

Bi biryara Donald Trump, derbasbûna koçberan bo nav Amerîkayê hatiye qedexekirin.

 

Herwiha rêveberiya Trump dayîna vîzayê bo welatiyên 7 dewletên îslamî yên weke Îran, Iraq, Somalî, Yemen, Sudan, Lîbya û Yemenê jî daye rawestandin.