Print this page

li Mûsilê Emîrekî DAIŞê bi kêran hat kuştin

12:52:56

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, komeke nenaskirî emîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê ku bi jêkirina serê mirovan dihat naskirin kuştin.

Li bajarê Mûsilê yê Iraqê komeke çekdar ku nasnameya wan nehat zanîn emîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê bi navê Ebû Seyaf ku li herêmê bi jêkirina serê mirovan dihat naskirin hat kuştin.

Li gorî zanayariyan;  Emîrê DAIŞê Ebû Seyaf li rojavayê bajarê Mûsilê yê Iraqê bi kêran ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Ebû Seyaf heta niha derdora serê 100 însanî ku li gorî wan tevnedigeriya serjêkiriye. Li gorî zanyariyan kesên ku sere wan dihate jêkirin li kortekeke herêma Mûsilê ku bi navê El-Xesfe dihat naskirin dihatin bicihkirin.