12:38:39
Rojava News: Cîgirê serokê CHPê û konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê Ozturk Yilmaz dibêje, serbazên Tirkiyê li Sûriyê tên kuştin lê xortên Sûrî li Tirkiyê bi keçên tirk re kêfê dikin!
Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê, Ozturk Yilmaz, ku zêdetirî sala 2014, 4 mehan ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin, di civîneke rojnamevaniyê de li parlamentoyê Tirkiyê behsa şerê artêşa Tirkiyê li Sûriyê kir.
Ozturk Yilmaz, ku cîgirê serokê CHPê ye jî, got, serbazên me li El Babê li Sûriyê şehîd dibin, xortên Sûrî jî li Tirkiyê bi keçên tirk re kêfa xwe dikin.
Yilmaz da zanîn ku di nav penaberên Sûrî yên ku ji ber şer reviyane Tirkiyê, nêzîkî 820 hezar xort hene ku dikarin serbaziyê bikin lê di kafê û dikanan de bi keçên tirk re digerin û kêfa xwe dikin.