Print this page

Hadî Amirî leborîn ji Pêşmerge xwest!

11:02:54

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Fermandarê rêxistina Heşdî Şebî Hadî Amirî ji ber toprbarana bi şaşî serdana Şingalê kir û lêborîn ji Pêşmerge xwest.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji fermandareakeî hêzên Pêşmergeyan li Şingalê hatiye wergirtin berpirsê Heşdî Şebî û Serokê rêxistina Bedir Hadî Amirî ji bo dubare nebûna toprbarana navbera Pêşmergera û Heşdî Şebî serdana Şingalê kir.

Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan li Şingalê Qasim Şeşo ji bo BasNewsê ragehandiye ku "Em li gel rayedarê Heşdî Şebî, Hadî Amirî li Şigalê civiyan û me rêkeftin li ser hemahengiya li navber Pêşmerge û Heşdî Şebî de kir ku carek din Heşdî Şebî topbarana hêzên Pêşmergeyan nekin."

Şeşo di berdewamiya axaftina xwe de got "Rayedarên Heşdî Şebî tekezî li ser vê yekê kirine ku armanca wan li topbaranê ne hêzên Pêşmergeyan, rêxistina terorîst a DAIŞ bûye û bi şaşî hêzên Pêşmergeyan topbaran kirine û ji bo vê daxwaza lêborînê xwestine."