Print this page

Amerîka hişyariyeke tund da Îranê!

12:55:18

 

Rojava News: Çend roj berê dihat gotin ku Îranê mûşekên Balistîk cerbandiye. Wezîrê berevaniya Îranê duh ew bûyer piştrast kiribû.

 

Piştî daxuyaniya wezîrê berevaniya Îranê, şêwirmendê asayişa niştimanî ya Amerîka Michael Flynn derheqê wê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand, Îranê bi ceribandina mûşekên Balistîk peymana Encumena Asayişa NY binpê kiriye ji ber wê jî em şermezar dikin û bi fermî hişyarî didin Îranê.

 

Wî rayedarê Amerîkî anî ziman ku Îranê bi van karên xwe asayişa Amerîka û dostên Amerîka û Rojhilata Navîn dixe xeterê lewma em Îranê hişyar dikin.

 

Li gorî agahiyan, ew mûşeka ku Îranê cerbandibû, serkeftî nebû û di nîvê rê de teqiyabû.

 

Tê gotin ku ew mûşek dikare kumka etomî hilgire.

 

Li gorî peymana Encumena Asayişa NY, nabe Îran heta 8 salan mûşekên Balistîk biceribîne.