Print this page

İranê biryara bersivdana toleyên Amerîkayê stand!

12:45:11

 

Rojava News: Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bersiva toleyên Amerîkayê bidin. Wezareta Derve ya Îranê got ku ew ê li ser sazî û kesên Amerîkî yên ‘alîkariya komên terorê dikin’ toleyan bisepînin.

Serokwezîrê Belçîkayê: Nabe ku ewropî bibin pêlîstokên Trump, Pûtîn û Cinping

Îranê ji bo helwesta Amerîkayê ya toleyên aborî ku bi mebesta bernameya moşekên balîstik ragihandibû, biryar stand ku bersivê bidin.

Di daxuyaniya ku di televizyona dewleta Îranê de bi zarê Wezareta Karê Derve hatiye ragihandin de wiha hat gotin: "Li hemberî sepandina toleyên Amerîkayê, dê Îran li ser hin kompanî û kesên Amerîkî bi mebesta ‘li herêmê alîkariya komên terorê dikin' toleyan bisepîne.

Herwiha hat gotin ku dê navê wan kes û saziyan piştre were ragihandin.