Print this page

Wezîrê berevaniya Amerîka: Piştevanê herî mezin ê terorîzmê Îran e!

12:54:55

 

Rojava News: Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis diyar kir, piştevanê herî mezin ê terorîzmê wek dewlet li cîhanê, Îrane. 

Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis ji bo hin danûstandinan li Japonyayê bû û ragehand, sponsor û piştevanê herî mezin ê terorîzmê Îran e.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis di çarçoveya gera yekem a dervey welat de, piştî serdana xwe ya Koreya başûr temam kir, derbasî paytexta Japonyayê Tokyo bû û li wê derê hin hevdîtin pêkanîn. Piştî hevdîtinan daxuyaniyek çapemeniyê de û ragehand: ‘’Eger Îran mijara gotinê be, li vê cîhanê sponsor û piştevanê terorîzmê yê herî mezine wekî dewlet. Ji nedîtî ve hatin ti fayda xwe nîne, red kirina vê rastiyê jî ti fayda xwe nîne.’’ Herwaha got: “Naha li rojhilata navîn zêdekirina hêzên Amerîkayê ne hewce ye.” 

Di dema şerê Iraq û Afganîstanê de James Mattis wek fermandareke li qadê û generalekê erk girtibû û ragehand, bo zêdekirina hêz her demekê derfetên wan heye.