11:09:14
Rojava News: Artêşa Urdunê ragihand ku çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê ku dikeve başûrê Sûriyeyê bombebaran kirine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê PERAyê bakafirên şer ên Urdunê çeperên cuda yên DAIŞê bambebaran kirine.
Hate diyarkirin ku din av cihên hatine bombebarankirin de fermangehên aydî rêxistinê depoyên muhîmmatê, çeperek leşkeri, ku beriya dagirkirina DAIŞê aydî Artêşa Sûriyeyê bûn, hatine bombebarankirin.
Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku operasyona hewayî bi armanca tûnekirina hicreyên DAIŞê pêk hatiye.
Rêxistina terorîst a DAIŞê êrişa li bajarê Kerakê ku di meha berfanbara sala borî pêk hatibû de 7 ji wan hêzên ewlekariyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn li xwe girtibû.