Print this page

Rêveberek bilind ê DAIŞê bîat bi Bexdadî nake!

11:34:00

 

Rojava News: Rêvebereke paye bilind ê rêxistina tund a DAIŞê, li xelîfeyê DAIŞê bîat nake û radigehîne ku bîat bi kesê ne diyar ne rast e.

Li rojavayê bajarê Mûsilê gotegotên kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî belav bûne û çekdarên DAIŞê jî ketine rewşa amadebaşiyê de.

Rêvebereke payebilind û rêveberê çekdarên taybet ên DAIŞê Ebu Ebdula Şamî dawî bi bîata Ebubekir Bexdadî aniye û ragehandiye, bîat bi kesekî ne diyar xelete û naha Bexdadî hêza wî nemaye.

Ebu Ebdula Şamî ku kesekî tund ê Sûriyê ye, bi awayeke ne rasterast daxwaz ji çekdarên rêxistinê kiriye ku bîat bi wî bikin, ji ber li gor gotinên wî pêwîste bi fermana îmamê diyar ve tevbigerin, ne bi fermana kesekî ne diyar ve.

Ew rêveberê DAIŞê amaje bi vê jî kiriye ku nabe bîat bi Bexdadî re berdewam bike, ji ber nikare parastina axa hatî dagirkirin bike.