Print this page

Li Pakîstanê aşût: Herî kêm 9 kes mirin

12:14:39

 

Rojava News: Li gundeke bakurê Pakîstanê aşît pêk hat. Rayedaran eşkere kirin ku di aşîtê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di aşîta, kesên li gundê Şerşalê ku dikeve Herêma Çîtralê ya bajarê Hayberê de jiyana xwe ji dest dane de 4 jin, 3 jî zarok hene.

Hate ragihandin ku 8 mal û herî kêm 3 kes di bin aşîtê de mane.

Hate diyar kirin ku barîna berfa li herêmê dewam dike û qalindiya berfê gihîştiye 4 metroyan. Xebatên lêgerîn û xilas kirine ji ber şertên hewayê xirab, gelek asteng dibin.