00:46:13
Rojava News: Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranê Recep Safarov girîngiya hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Îranê ya li Astana ya Kazakistanê anî ziman û got, pêvajo nîşan dide ku ev hersê welat di rola lîdertiya Rojhilata Navîn de ne.
Safarov ji medya rûsî re da xuyakirin, di civîna 6ê sibatê de ji bo pêkanîna rejîma agirbestê û kontrolkirina wê li ser komîsyoneke sê alî gotûbêj hatine kirin û got ku Rûsya, Tirkiye û Îranê bi biryarên Astanayê nîşan dan ku ew 3 aktorên serekî yên Rojhilata Navîn in.
Wî herwiha diyar kir ku ev hersê welat bêyî Ewropa, Amerîka û welatên erebî yên kendavê jî dikarin çareseriyê hilberînin ku ev jî rastiyeke nû ya polîtîkaya derve ye.
Safarov bal kişand ser ku hemû aliyên beşdarî civînan bûne yekbûna Sûriyê diparêzin û li ser piştgiriya Tirkiyê wiha axivî: "Tirkiyê jî di vê mijarê de piştgirî da. Û ev tê wê maneyê ku dê Tirkiyê zû dereng terka erdên ku li Sûriyê hatine dagirkirin bike."