Print this page

NY: DAIŞ lawaz bûye û tenê berevaniya xwe dike

01:39:14

 

Rojava News:  Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres ragehand ku, rêxistina DAIŞê li ser asta leşkerî di berevaniyê de ye, da zanîn ku, dahatên wê yên darayî her ku diçe kêm dibe.

li gor encamên rapora Neteweyên Yekbûyî(NY) ku, roja pênşemê bo Encûmena Asayîşa Navdewletî hatiye şandin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres tekez kir ku, tevî têkçûnên DAIŞê li çend mihwerên şer jî lê hê metirsiya çekdarên wê heye.

Guterres da zanîn ku, rêxistina DAIŞê li ser asta leşkerî di berevaniyê de ye û dahatên wê yên darayî her ku diçe kêm dibe, nemaze li Afxanistan, Iraq, Lîbya û Sûriyê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) aşkere kir ku, şiyanên rêxistina DAIŞê li ser wergirtina çekdarên nû û perwerdekirina wan jî kêm bûye, herwiha ji ber xirabiya rewşa wê çekdarên wê ji aniyên şer direvin.

Ji aliyeke din ve û bi sedema tedabîrên ewlehiyeke tund ji aliyê welatên Rojava ve hatina çekdarên biyanî di nav DAIŞê de bi awayeke berçav kêm bûye.

Piştî dagîrkirina DAIŞê ji bajarê Mûsilêre sala 2014an û hin navçeyên Sûriyê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî wê rêxistina terorî ku, ji 60 welatan pêk tê hate damezrandin.