Print this page

Lavrov: Em di navbera Esad û kurdan de navbeynkariyê dikin!

01:08:32

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pişt rast kir ku ew di navbera hikûmeta Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê de naybevnkariyê dikin.

Lavrov ji bo rojnameya Izvestiyayê axivî û got Rûsya ji bo ku Sûriye perçe nebe hewil dide ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê de nêrîneke hevpar pêk bîne.

Lavrov dest nîşan kir ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên kurdên Sûriyeyê di Hezîran û Berfanbara 2016an de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 caran hevdîtin kirine û got ev hevdîtina carinan rasterast, carinan jî bi rêya navbeynkaran pêk hatine.

Lavrov pişt rast kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi serokên YPGê re jî hevdîtin kirine.

Sergey Lavrov ê ku got, "Em bawer dikin ku wê ji vê diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de sûd were girtin" û diyar kir ku potansiyela rêveberiya Şamê û kurdan heye ku li hev bikin. Wezîrê Rûsî da zanîn ku gelek qadên hevpar ên her dua liyan hene û got hevdîtinên di navbera wan de jî bi aliyekî erênî de pêş dikeve.

Lavrov ne piştrast kir ne jî derewand ku aliyan di wan hevdîtinan de federebûna Sûriyeyê hatiye nîqaşkirin an jî nehatiye nîqaşkirin.