Print this page

Hizbullah a Lubnanê piştgirî da agirbesta li Sûriyê

12:52:19

 

Rojava News: Serokê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrullah têkildarî rewşa Sûriyê û agirbsta li wî welatî daxuyanî da.

Hesen Nesrullah di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew piştgiriyê dide agribesta ku di civînên Astana ya paytexta Kazaxistanê de rêkevtin li ser hatiye kirin.

Nesrullah ragihand, ku çareserkirina krîza Sûriyê bi rêyên siyasî dibe û tekez kir, ku pêwîst e xwînrijandina ku li Sûriyê heye, were rawestandin.

Serokê Hizbullah a Lubnanê herwiha amaje bi şerê Helebê kir û diyar kir, ku şerê Helebê hevsengiya şer a li Sûriyê guhert.

Hizbullah a Lubnanê ji destpêka aloziyên li Sûriyê û çêbûna şerê navxweyî li wî welatî ve, piştgirya hikûmeta Sûriyê û desthilatdariya Serokê Sûriyê Beşar Esed dike.

Milîsên Hizbullahê tevî milîsên din ên şîe û leşkerên Îranê li gelek deverên Sûriyê şerê çekdarên ser bi dijbereyê ve kirine.