11:26:59
Rojava News: DAIŞê li Mûsilê 14ê Sibatê Roja Dildaran wek ‘cejna bêehlaqiyê’ bi nav kir û ji bo yên wê rojê pîroz bikin jî gefa serjêkirinê xwar.
Çavkaniyeke li herêma Nînowayê ji malpera babil24.com re ragihand, ‘Waîzekî li mizgefteke rojavayê Mûsilê xutbeyeke gelekî bi hêrs daye. Sedema wê jî di nav ciwanan de behskirina Roja Dildaran bûye.'
Şahidekî xutbeya navborî da xuyakirin ku îmam li dema xutbeya xwe ya bi hêrs serê hirçokê pêlîstok li ber cemaetê jêkiriye û gef li her kesî xwariye ku ‘cejna bêehlaqiyê' pîroz nekin.