00:34:54
Rojava News: Hêzên Hewayî yê Erebîstana Siûdî li Yemenê cenazeyek hedef girt. Di êrişê de 8 kes hatin kuştin. Lİ gorî zanyariyan dibe hejmara kuştiyan hê gelek zêdetir be.
Balefirên şer ên koalîsyona ku Erebîstana Siûdî li Yemenê pêşengiya wê dike cenazeyek hedef girtin. Di êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên bajarê Sanayê dibe hejmara kuştiyan hê zêdetir be û balafiran du bombe li ser cenaze barandine. Hat ragihandin ku cenaze aîdî jineke xelkê bajarê Sanayê ye.
Erebîstana Siûdî berê jî li Yemenê cenaze hedef girtibû û di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û Yemenê jî li hemberî vê êrişa Erebîstana Siûdî moşek avêtibûn wî welatî.