Print this page

Erdogan: Em destûrê nadin li bakûrê Sûriyê dewletek bê avakirin!

00:18:06

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ragihand, ku piştî navçeya Babê ya Helebê ji DAIŞê hat paqijkirin, armanca hêzên wan Minbic e. Ji ber ku ew cihê ereban e û YPG û PYD li wir in, divê wê derê vala bikin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan di hevpeyvîna xwe ya bi televizyoneke erebî re diyar kir, ku piştî ku Minbicê radestê ereban bikin, armanca hêzên Tirkiyê û Mertala Ferarê dê paqijkirina Reqayê be.

Receb Tayyib Erdogan destnîşan kir, ku wî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi riya telefonê gotiye ku ew ê bi alîkariya Amerîkayê Reqayê ji DAIŞê paqij bikin û radestî xelkê ereb bikin.

Erdogan anî ziman, ku wan hertim gotiye dê destûrê nedin li bakûrê Sûriyê dewletek bê avakirin û PYDê çi gaveke şaş li wê derê bavêje dê Tirkiyê li pêş xwe bibîne.

Erdogan got; “PYD nikare gaveke şaş bavêje û wê navêje jî.”

Ji aliyê din ve Artêşa Tirkiyê ragihand, ku piraniya Babê di bin kintirola hêzên Mertala Firatê de ye, lê ragihandinên nîzîkî DAIŞê vê yeyê red dikin û dibêjin hîn şer di taxên kenarên Babê de berdewam e.