Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got, Kurd nifûsa nîştecih a Sûriyê ne û xwedî gotin in.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, di çarçoveya 53emîn Konferansa Ewlehiya Munîha Almanyayê bi rojnamevanan re kombû û bersiva pirsên rojevê da.
Binalî Yildirim wiha got: "Kurdan û PYDê tevlihev nekin. Kurd nifûsa nîştecih a Sûriyê ne. Li Sûriyê heqê hemû pêkhateyan ê gotinê heye. Ereb, kurd, tirkmen, êzidî, nuseyrî li Sûriyê hene. Ev hemû şirîkên wî welatî ne. Xwedî gotin in. Tenê bi şertekî ku divê tevlî terorê nebin."
Yildirim derbarê konferansa li Moskovayê ya li ser Kurdan tê çêkirin wiha got:
"Çi konferansê çêdikin bila çêkin. Ji bo me PYD rêxistineke terorî ye. Ji bo me yekparçeyiya Sûriyê girîng e. Pêwîst e PYD ji vê aloziyê firsendan bidest nexe. Hê jî modela rêvebirina Sûriyê ne diyar e. Dê modeleke rêvebiriya li gor dîro û adetên Sûriyê pêk were. Modelek ji derve were sepandin nabe.”
Serokwezîrê Tirkiyê herwiha anî ziman gel li ku be heqê wan yê bersivê bidin heye û ew ji hevalbendên xwe re dibêjin, “werin bi Tirkiyê re kar bikin ne bi PYDê re."
02:35:37