Print this page

Efxanistanê: Ji ber sermayê 25 kes mirin

Rojava News: Li bakûrê Efxanistanê ji ber berf û hewa sar 25 zarok mirin.

Fermandeyê Ewlekariya Faryabê Amanullah Zafar ragihand ku ji duh danê sibê vir va li Kohîstan, Karamkol, Andhoy, Peştûn Kot, Bilçirag û Devlet Abada navçeyên Faryabê berf dibare, ji ber berf û sermayê 25 zarok mirin.

Zafar got ku heta niha ji 30 şivanan xeber nesitandine, herwiha 6 kes jî birîndar in.

Zafar da zanîn ku ji ber hewa sar hezar ajal jî telef bûn.

Bi dehan rêyên gunda ji çûnûhatinê re hatin girtin

Hat ragihandin ku li Sar-i Pûl, Daykûndî û Bamyana bajarên Efxanistanê ji ber berfê rêyên bi dehan gundan hatin girtin.

Berê jî li Nûristana bajarê welêt bi dehan kes di bin aşîtê de mabûn û miribûn.

 

03:14:07