Print this page

Qahîre: El Ehzer bang kir 'terorîstên DAIŞ’ê bikujin!’

Rojava News:  Piştî dijminê mirovatiyê DAIŞ’ê, pîlotê Urdunî bi awayekî hovana kuştin , ji cîhana Îslamê deng zêde dibin.

 

Yek ji saziyên herî  îtibar ya Îslama Sunnî ya li Misrê El Ehzer, piştî pîlotê Urdunî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê zindî zindî hat şewitandin, bang kir ku "terorîstên" DAIŞ’ê bikujin û bixin çarmixê.

 

Melayê mezin ê El Ehzer Şêx Ehmed El Tayîb got,  "Êrîşeke terorîstî ya nemerdane", êrîş şermezar kir û xwest li hember kesên li dijî  "Xwedê û pêxember" têdikoşin cezayê di Quranê de were pêkanîn. Melayê Sunnî, têkildarî cezayê bê pêkanîn jî got, "Mirin, çarmix an jî qutkirina dest û lingan e”.