Print this page

Nivîskarekî ereb: Rêjîma Sûriyê PKKê wek karteka fişarê bikar tîne

12:39:57

 

Rojava News: Nivîskarekî ereb dibêje, rêjîma Sûriyê PKKê wek karteka fişarê li dijî neyarên xwe bikar tîne.

Nivîskar û vekolerê ereb Xizir Xezûr, ku endamê navenda lêkolînan ya “Karnigî” ye û navenda wê jî li paytexta Libnan-Beyrûtê ye, di vekolînekê de behsa şerê Sûriyê û derketina rêjîma Sûriyê ji Rojavayê Kurdistanê û birêvebirina wê deverê ji aliyê PYD/PKK ve kiriye.

Xizir Xezûr her wiha gotiye, PKK li Rojavayê Kurdistanê mîna rêjîma Sûriyê kar dike û sîstema rêjîma Şamê kopî kiriye û her tişt daye destê rayedarên ewlehî û asayişê.

Wî nivîskarê ereb daye zanîn, ew berpirs û serkirdeyên PYDê yên ku Rojavayê Kurdistanê birêve dibin, li Qendîlê û ji aliyê PKKê ve hatine perwerdekirin.

Li gorî wî vekolerê ereb, heta niha jî pêwendiyên PKK û rêjîma Sûriyê didomin, ji ber ku heta niha jî dezgehên rêjîma Sûriyê li bajarên Heseke û Qamişlo mane û li ber çavên PYDê, hêzên Sûriyê welatiyan digirin û vediguhezin Şamê.

Xizir Xezûr daye xuyakirin ku rêjîma Sûriyê pêşketinên Herêma Kurdistanê ji xwe re “tehdîdeke çaverêkirî” dibîne û ji sala 1980î ve heta niha alîkariya PKKê dike û wê partiyê wek karteka fişarê li dijî Tirkiyê bikar tîne.

Şerê Sûriyê ji meha Adara sala 2011 ve heta niha didome. Heta niha herî kêm 400 hezar kes di wî şerî de hatine kuştin û zêdetirî 5 milyon kes jî koçber bûne.