Print this page

Mesûd Barzanî: Li Herêmê sînorên nû bi xwînê tên nexş kirin

Rojava News: Rojava News: Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, sînorê Sayks - Bîko bi awayekî bi dest çêkirî ne lê sînorên nû yên herêmê dê bi xwînê bêne nexş kirinê.

 

Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Heyat a londonî ku îro şeme hatiye belav kirinê serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandiye: sînorên rêkeftina Sayks – Bîko sînorên bi dest çêkirî ne, her weha sînorê nû yên herêmê di nava welatan û navbera welatan de bi xwînê têne nexşe kirinê.

 

Her weha serok Barzanî teqez li wê yekê jî kiriye ku pêwîstiya êraqê bi formûleke nû heye ger bixwazin bi yekgirtî bimîne.

 

Serok Barzanî got: Erebên Sune li Êraqê zeremendên mezinin di şerê rêxistina terorîst a DAIŞ de jiber ku ev şer li navçeyên wan birêve diçe.

 

Serokê Herêma kurdistanê cext li wê yekê jî kir ku hêzên pêşmerge diriyên rêxistina DAIŞ li navçeyekî fereh şikandine.

 

Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku: Şerê Kurdan li hemberî terorîstên DAIŞ`ê ji şerê wan li dijî hêzên Sedam Husên zehmetire . Her weha destnîşan kir ku êrişên asmanî yên hêzên hevpeyman gelekî bi bandorin.

 

Serokê herêmê da zanîn ku Êranê du balfirên bi cebilxane barkirî şande Hewlêrê.