Print this page

Times: Başûr û Rojava dibin Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe!

13:14:50

 

Rojava News: Li Herêma Kurdistanê xebat û hewldanên referandum û serxwebûnê her diçe zelal dibin û eleqeya çapemeniya navneteweyî ya ser Kurdistanê jî zêde dibe.

Herî dawî nûçeya ku di rojnameya Amerîkayê ya navdar The Timesê de cih girt bal kişand.

Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê, rojnameya The Timesê behsa hewldan û xebatên serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku ‘Rojavayê Kurdistanê' û ‘Başûrê Kurdistanê' wê bibin dewleteke serbixwe.

Hêjayî gotinê ye ku partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê PDK û YNK ji bo encamdana referanduma serxwebûnê komîsyonek ava kirine û li gorî daxuyaniyên rayedarên Herêma Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku di demsala payîzî de li herêmê dengdayîna referandumê were lidarxistin.