Rojava News: Hat ragihandin ku li Misirê di şerê navbera alîgirên tîmên fitbolê û polêsan derket de hejmara kesên ku mirin derket 22yan.
Serdozgerê Misirê Hîşam Berakat di televizyona dewletê ya Misirê de axivî û diyar kir ku hejmara kesên ku di bûyerên li ber Stadyûma Parastina Hewayê qewimîn de mirin derket 22yan û cinazeyên wan li morgê tên veşartin.
Berakat destnîşan kir ku ji bo lêkolîna cinazeyên di morga nexweşxaneyê de ne û îfade hildana kesên birîndar ên ku li nexweşxaneya tên dermankirin, du ekîp hatin wezîfedar kirin.
Der heqê bûyeran de ji hêla Wezareta Karên Navxweyi yê jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ber deriyê Stadyûma Parastina Hewayê ji 10 hezarî zêdetir alîgirên fitbolê kom bûn. Di destê wan de bilêt tinebû û dixwestin ku bê destûr ji derî derbas bibin û xwe ji ser dîwar de diavêtin hûndir. Ji ber vê tevgerê jî gelemşe qewimî û gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê hin kes mirin.