Print this page

Hêz û aliyên Yemenê lihev kirin

Rojava News:  Hat ragihandin ku hêz û aliyên siyasî li Yemenê gihiştine rêkeftineke seretayî ji bo avakirina encumeneke serokatiyê û zêdekirina endamên Encumena Şûra, lê grûpa Hûsiyan red kirin ku ew gihiştibine ti rêkeftinekê.

 

Ew rêkeftin di civîna duh ya aliyên siyasî yên Yemenê de ku bi navbeynkariya şandeyê Neteweyên Yekbûyî Cemal Bin Omer de tên lidarxistin, pêk hat û wê îro gotûbêjên derbarê hûrgiliyên rêkeftinê de berdewam bikin.

 

Li gor zaniyariyên ku belav bûne, Encumena Serokatiya Yemenê wê ji 7 kesên ku nûneratiya hemû aliyan dikin, pêk were, herwiha hejmara endamên Encumena Şûra jî wê bibe 300 endam.

 

Hat gotin ku rêkeftina nû wê Ragihandina Destûrî ya ku Hûsiyan derxistine, betal bike.

 

Lê, grûpa Hûsiyan li ser Facebooka xwe red kir ku ew gihiştibine ti rêkeftinekê, herwiha ragihand ku ew nûçeyên behsa rêkeftina di navbera partî û aliyên Yemenê de dikin, ji rastiyê ve dûr in.